top of page

NÛÇE

Alîkariyên li Norwec û Swêd hatin komkirin gihiştin Rojava

Jan 12 2015

Di encama kampanyaya alîkariya di pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê, hefteyên dawî de li Norwec û Swêd hat destpêkirin, TIR’eke cil û berg, pêlav û derman ji ser Nisêbînê re gihiştin Qamişlo.

Cil û bergên zivistanê, pêlav û dermanên li Norwec û Swêd hatin komkirin ji ser Nisêbînê re gihiştin Kantona Rojava.

Norweciyan eleqeyeke zêde nîşanî kampanyaya alîkariyê dan. Gelek Norweciyan bi koliyan cil û berg anîn Komeleya Çandê ya Kurdistan ya li Oslo û radestî rayedarên komeleyê kirin. 

Di nav alîkariyên hatine şandin, cil û berg, pêlav û derman hene. Li gel wan pêlîstok û paçên zarokan hene.

Tê plankirin ku qismek ji wê alîkariya hatin şandin bi rêya korîdora YPG-YPJ’ê bigihînin Şengalê.

Ji Heyva Sor ji bo Kobaniyan alîkariya barê 6 TIR’an

Dec 7 2014

Heyva Sor a Kurdistanê, pêdiviyên ji bo zivistanê jî di nav de alîkariya barê 6 TIR’an ji Kobaniyên neçar man koç bikin re şand.

Heyva Sor a Kurdistanê, ku navenda wê li eyaleta Nordrhein Westfalen e, kampanya xwe ya ji bo destekdayîna Kobanê û Şengalê bênavber dewam dike. Ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man koçî Pirsûsê bikin, Heyva Sor a Kurdistanê, kon, kinc, pêlav û sobe jî di nav de barê 6 TIR’an alîkarî şand.

Kon, li nêzî gundê Kulunçê hat danîn ku li vê derê Şaredariya Pirsûsê ji bo 10 hezar Kobaniyan wargeheke ji konan çêdike. Kel û melên din ên alîkariyê jî li depoya alîkariyê ya Xeraja Şaredariyê hatin bicihkirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê û endamê Koordînasyona Navenda Rojava û Şengalê Huseyîn Yilmaz der barê alîkariyan de agahî da û da zanîn ku wan heta niha li navenda Pirsûsê 5 wargehên ji konan ava kirine, niha jî wargeheke din çêdikin. Yilmaz agihand ku piraniya pêwîstiyên xwarin û kincan ên Kobaniyan niha ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê, Şaredariyên DBP’yî û mirovên hestyar ve tê dayîn. 

Yilmaz da xuyakirin, ku ji bo gelên Kobanê û Şengalê bi pêşengiya HDP, DBP û KCD’ê ew bi ruhê seferberiyê dixebitin û got, “Em ji bo Kobaniyan wargeheke nû ya ji konan çêdikin. Em ê bi hezar 200 konên Heyva Sor a Kurdistanê aniye re vê wargehê çêbikin. Çiqas dewlet astengiyan derdixîne jî em di çarçoveya alîkariyan de xebatên xwe dimeşînin û em ê van xebatên xwe dewam bikin.”

ANF

Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî da penaberên Başûr

Dec 3 2014

Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kar û xebatên xwe yên mirovahî de, piştî Rojava û Bakûrê Kurdistanê, li penaberên êzidî yên Başûr jî alîkarî belav kir.

Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kar û xebatên xwe yên mirovahî de, sînorên belavkirina alîkariyê li welatiyên hewce her ku diçe berferehtir dike.

Piştî, Rojava û Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî penaberên Êzdî û Kobanî yên li Başûrê Kurdistanê jî kir.

Heyva Sor a Kurdistanê bi armanca ku rewşa penaberên Êzdiyên Şengal û welatiyên Kobanê li cih bişopîne, heyetek ji 5 kesan şand Başûrê Kurdistanê..

Di encama lêkolînên li 5 wargehên penaberan yên li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Zaxo, Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariya ji pêdiviyên jiyanê û cilê bergan li penaberan belav bike.. Bi vê armancê, şandeya Heyva Sor bi buhayê 150 hezar Euro alîkarî hat kirin.. Li gorî vê yekê, 3 hezar û 500 pakêtên xwarinê, 250 pakêtên cil û berg û pêlav û soba hatin amadekirin..

Wargehên penaberan yên ku Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li wan belav kiriye ev in:

Wargeha Arbet a Penaberan-Silêmanî: 600 pakêtên xwarinê 50 pakêtên cil û bergan 42 cil û bergên jinên ducanî

Wargeha Barika a Penaberan-Silêmanî: 500 pakêtên xwarinê 25 sobe 25 pakêtên cil û bergan

Wargeha Dara Şakranê a Penaberan-Hewlêr: 500 pakêtên xwarinê 50 pakêtên cil û bergan

Wargeha Gundê Xankê a Penaberan-Duhok: 200 pakêtên xwarinê 125 pakêtên cil û bergan

Wargeha Bersivê a Penaberan- ZAXO: 1700 pakêtên xwarinê

ANHA

Ji Heyva Sor ji bo Kobanê û Şengalê banga alîkariyê

Nov 12 2014

Kampanyayê alîkariyê yên Heyva Sor ji bo Kobanê û Şengalê destpê kirine didomin. Serokê saziya alîkariya Kurd Suat Yalçin diyar kir ku heta niha bi mîlyon Euro alîkarî kirine û got, “Divê gelê me bi ruhê seferbertiyê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re bidomîne.”

Heyva Sor a Kurdistanê ya navenda wê li Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) ya Elmanya ye, kampanyaya alîkariyê ya ji bo Kobanê û Şengalê bênavber didomîne. Kampanyaya li giştî Ewropa didome, li cîhanê jî rastî eleqeyeke zêde tê. 

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Suat Yalçin, diyar kir ku armanca wan alîkariya ji bo Kobanê û Şengalê ye û heta niha bi mîlyonan Euro alîkarî kirine.

Yalçin diyar kir ku kampanyaya di 5’ê Hezîranê de ji bo Rojava dabûn destpêkirin bêyî bi encam bibe bi êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Şengal û Kobanê re kampanya ket merheleyeke cuda û got, “Di çarçoveya kampanyaya piştî 3’êTebaxê şûn ve di çarçoveya kampanyaya me da destpêkirin, 6 TIR, 350 kon me şandin çiyayê Şengalê. Ji kampa Newroz re ya li Kantona Cizîrê ji bo Êzîdiyên Şengalê hatiye vekirin, 250 ton xwarin, kelûpelên tenduristiyê û 8 ambulans me şandin. “ Yalçin diyar kir ku heta niha ji bo mexdûren Şengal û Kobanê bi milyonan Euro alîkarî kirine û ev agahî dan, Ji bo gelê me yê Kobanê û Şengalê yê li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Pirsûs, Meletî û Riha 850 kon û pêdivî hatin şandin. Me 200 hezar Euro alav şandin Kobanê. Li gel van 150 Euro alav me şandin ji Êzîdiyên Şengalê re yên li Duhok û Zaxo dimînin. Heta niha bi giştî 1.825.000 Euro kelûpel û alav, 20 ton derman û gelek alavên tenduristiyê me şandin. Alîkariyên me didomin.” 

‘DIVÊ ALÎKARÎ BIDOMIN’

Yalçin got ku di asta xwecihî de rêxistinên alîkariyê yên bi wan re tevdigerin hene û got, “Dîsa li Ewropa sazî û dezgehên Kurd ên bi me re dixebitin hene. Di vê pêvajoyê de alîkariyeke girîng kirin. Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi me re xebitîn.”

Yalçin got ku ji Amerîka, Kanada, Awûstûralya Japonya, Fîlîpînler, Gurcistan, Erebîstan, Azerbeycan, Zelandaya Nû jî ji bo kampanyaya wan piştgirî heye.

Yalçin anî ziman ku kampanyaya wan didome û ev bang li gelê Kurd ê Ewropayê kir, “Pêşiya me zivistan e. Lewma divê gelê paşde nemîne. Pêdiviya van mirovan bi alîkariyê heye. Teqez her kesê karibe tiştekî bike heye…

Divê gelê me ruhê seferbertiyê winda neke. Hem di aliyê pere, hem jî di aliyê derman û kelûpelên nexweşxaneyan de divê alîkarî bikin.”

ANF

Heyva Sor a Kurdistanê 300 konên malbatî ji Cizîrê re şandin

Nov 06 2014

QAMIŞLO – Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe ji bo gelê Rojava dewam dike.

Di çarçoveya kampanya alîkariyê de, Heyva Sor a Kurdistanê îro 300 konên malbatî ji bo penaberên li kantona Cizîrê şandin.

Piştî dagirkirina herêma Şengal û êrîşên li dijî kantona Kobanê, Saziya Mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Rojava û Kurdên Êzdî lez da xebatên xwe yên alîkariyê.

Bi armancê Heyva Sor bi taybet ji bo xelkê Kobanê Kampanya Alîkariya Mezin da destpêkirin.

Her weha ji bo pêdiviyên Kurdên Êzdî yên ji ber êrîşa li dijî Şengalê ji warên xwe bûne jî, xebatên alîkariyê yên Heyva Sor ranawestin.

Di çarçoveya kampanyayê de, bi buhayê 100 hezar Euro ji bo sivîlên li Kobanê warinên hazir hatin şandin.

Her weha li hemberî rewşên awarte û bi hevkariya saziya Heyva Sor a Kurd ya Rojava, li kantona Cizîrê ambara alîkariyên lezgîn hat amadekirin.

Weke gava pêşî, Heyva Sor a Kurdistanê îro ji bo vê ambarê, 300 konên malbatî şandin.

Konên ku di deriyê Nisêbînê re derbas bûn, radestî rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Rojava hatin kirin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku alîkariyên wê ji bo gelê Kobanê, welatiyên Şengal û bi giştî Rojavayê Kurdistanê wê dewam bikin.

(jh) hawarnews

Ayşe Efendî: Alîkariyan gelek sûd dan Şoreşa Rojava

Oct 31 2014

RIHA (DÎHA) – Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Ayşe Efendî der barê alîkariyên ku ji Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava de diyar kir ku alîkariyên ku hatine dayîn ji bo Şoreşa Rojava sûdeke mezin daye,

Saziya alîkariya kurdan Heyvasor a Kurdistanê ya navenda wê li Ewropayê ye ji bo gelê Kobanê alîkariyên xwe didomîne. Heyvasor 20 hezar paket dolmik, 20 hezar barbunya, 20 hezar humus, 15 hezar mirîşk, 20 hezar masî, 10 hezar qelî, 50 hezar helaw, 50 hezar riçel şand Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava. Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî ya alîkariyên hatin teslîm girt spasiyên xwe kir. Ayşe Efendî destnîşan kir ku berê jî ambulans, kon û malzemeyên tibî hatibûn şandin gihîştin Kobanê. Efendî wiha got: “Ev alîkarî hemû ji bo Şoreşa Kobanê bûne sûdeke mezin. Em ji bo gelê xwe yê Ewropayê, dostên xwe û hemû kesên ji çar parçeyan alîkariyê dikin spasiyên xwe pêşkêş dikin.

(sa)

Ji Heyva Sor a Kurdistanê 8 ambolans gihiştin Rojava

Oct 19 2014

QAMIŞLO- Heyva Sor a Kurdistanê û Navenda Rojhilata Navîn 5 Kamyonên alikariyên mirovî û 8 ambulans tevî dermanan ji bo Rojava şandin.

Di deriyê Nisêbînê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de Heyva Sor a Kurdistanê 8 ambulans tevî dermanan, 3 kamyon alîkariyên wekî cil û berg, pêlav û erebeyên seqetan radestî Komeleya Heyva Sor a Kurd kir û derbasî bajarê Qamişlo bûn.

Saziya IMPR (Navenda Rojhilata Navîn a navnetewî ya alikariyan) ji bo Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava 5 kamyon dermanên paqijkirinê şandin.

Rêxistina Rojava wê 2 hezar û 340 pakêt dermanên paqijkirinê ji bo Kampa Newroz ya li Dêrikê re bişine.

hawarnews

http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=16821:ji-heyva-sor-a-kurdistane-8-ambolans-gihitin-rojava&catid=34:nuce&Itemid=53

HSK’ê û CÎK’ê qurban li gelê Rojava belav kirin

Oct 06 2014

NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya alîkariya mirovahî ya Heyva Sor a Kurdistanê ku ji destpêka aloziyên li Sûriyê destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava kiriye, hewldanên xwe dewam dike.

Bi rasthatina Cejna Qurbanê, Heyva Sor a Kurdistanê bi hevkariya Civaka Îslamî a Kurdistanê li Elmanya-CÎK bi buhaye 160.000 Euro qurban li welatiyen Kantona Cizîrê belav kirin.

Her wiha şandeyek ji Heyva Sor a Kurdistanê çû serdana Kampa Newroz a penaberên Kurdên Êzdî yên Şengalê û alîkarî li wan belav kir.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê derbarê xebatên xwe de daxuyaniyek da

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

“Di van rojên ku cîhana Îslamî amadekariya pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike hêzên tarî yên binavê DAIŞ’ê û mixabin li ser navê ola Îslamê, kiryarên herî hovane li dijî gelê Rojavaye Kurdistanê pêk tîne û mohra xwe li komkujiyên mezin dide. Ji ber vê çendê gelê Rojava û bi taybet yê Kobanê îsal cejna Qurbanê di bin siya êrîşên hovane yên DAIŞ`ê de pêşwazî dike”

Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku tevî hemû êş û kederan jî, ew Cejna Qurbanê ya gelê Kurd û cîhana Îslamî pîroz dikin û xwedî hêvîne ku Cejna Qurbanê ya li gorî rastiya ola Îslamê bibe wesileya aştî, wekhevî û aramiyê.

Di berdewama daxuyaniyê de weha hat gotin:

“Em wek Heyva Sor a Kurdistanê, çawa ku ev 3 sal in em hewl didin birînên gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê derman bikin, me xwest em vê Cejna Qurbanê jî bibin hevparê êşa gel û pêdiviyên wan yên jiyanî bi cih bînin. Bi vê armancê saziya me destepêkê çû serdana Wargeha Newroz ya penaberên Kurdên Şengalê yên Êzdî û alîkarî da wan. Her weha bika Îslamî a Kurd li Elmanyayê-CÎK û bi buhaye 160.000 Euro Qurban li 8 navendên Kantona Cizîrê bi alîkariya saziya Heyva Sor a Kurd ya Rojava li welatiyên muhtac belav kir.”

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşen hovane yên li dijî herêma Kobanê ji û ber bê dengiya saziyên mirovahî yên navnetewî li hemberî hewldanên komkujiyê şermezar kir.

Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ew ê ji niha û şûn ve jî hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdeviyên gelê Rojava û Şengalê bikar bînin û di serî de Civaka Îslamî a Kurdisanê-CÎK malavahiya hemû Kurdistaniyên Ewrûpayê kir û ji wan xwest ku xebaten xwe yên alîkariyê dewam bikin.

hawarnews

Elmanya 2 kamyon alîkarî şand Şengalê

Sep 10 2014

AACHEN – Li bajarê Elmanya Aachenê, di çarçoveya kampanya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî de, derman jî di nav de alîkariya ji 2 kamyonan hat şandin.

Li bajarê Elmanya Aachenê, kampanya “Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye” ya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî dimeşîne, mehek li dû xwe hişt.

Di çarçoveya kampanyayê de ji bo balkişandina ser rewşa jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin çalakî hatin lidarxistin û ji bo koçberên jin ên Şengalî alîkarî hatin komkirin.

Piştî ku 3’ê Tebaxê roja Şemiyê ku komkujiya Şengalê destpê kir weke roja reş hat îlankirin, Însiyatîfa Jinên Kurd li Aachenê her hefte çalakiyên cuda lidar dixe. Dosyayên agahdarkirinê pêşkêşî rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û saziyên alîkariyê-nexweşxaneyan hatin kirin û li navenda bajêr kon hat vedan. Di çalakiya kon a vê hefteyê de çalakgeran devê xwe bi bantê girtin, xwe bi zincîrê girê dan, rewşa bi hezaran jinên Êzidî yên li bazarên koleyan tên firotin û bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî vê protesto kirin. Di belavoka li çalakiyê hat xwendin de pêkanînên DAIŞ’ê yên li hemberî jinên Êzidî, Xiristiyan, Elewî û Şîa hatin şermezarkirin û banga piştevaniyê ya navneteweyî li jinan hat kirin.

Piştî çalakiyê girseya gel derbasî qada malzemeyên alîkariyê yên ji 2 kamyonan ku wê ji Şengal û Rojava re bihata şandin, bû. Faîk Yûmûşak ê di kampanyayê de bi awayekî çalak cih girt li vir axivî, spasiyên xwe pêşkêşî Meclîsa Gel a Aachenê, Heyva Sor a Kurdistanê û hemû welatparêzên xwedî ked kir û destnîşan kir ku xebatên wan ên bi vî rengî wê dewam bikin:

Piştre di çarçoveya kampanyayê de derman, doşekên nexweşxaneyê, kursiya seqetan, gopal û kinc ku li 2 kamyonan hatin barkirin, ji aliyê Komeleya Kurd a Aachenê û Însiyatîfa Gel a Aachenê ve ji Şengal û Rojava re hatin şandin.
ÇAVKANÎ: HAWARNEWS

Heyva Sor a Kurdistanê 10 kamyon alîkarî şand

Sep 06 2014

SATURDAY, 06 SEPTEMBER 2014 13:09 AMÛDÊ-Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê li Elmaniya 10 kamyonên alîkariyê ji bo koçberên Şengalê li Kampa Newroz şandin. Di çarçoveya alîkariya koçberên Şengalê de, Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê li Elmanya 10 kamyonên alîkariyê ji Kampa Newroz re şandin. Alîkariyên Heyva Sor 50 ton birinc, 50 ton şekir, 2 hezar kg çay, 2 hezar pakêtên avê, 5 hezar m ji cawê spî, 3 hezar cawê jinan û hezar bêzên zarokan şand. Endamê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Dilgeş Îsa diyar kir ku dê alîkariyên bijîşkî jî pêşkêş bikin û bang li rêxistinên navnetewî yên alîkariyan kir ku destên alîkariyê dirêjî koçberan bikin.
(dx/ra)
ÇAVKANÎ: HAWARNEWS

Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî gelê Şengalê kir

Sep 06 2014

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevyva Sor a Kurdistanê li navenda Almanyayê destê alîkariyê dirêjî gelê Şengalê kir û 250 ton şekir, birinc, çay, termûsên avê, cil û bergên jin û mêran, her wiha pêdiviyên jin û zarokan şandin Rojavayê Kurdistanê.

Di 3’yê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê Êzdî yê qezaya Şengalê kiribûn. Li gorî daneyên ne fermî, di encama vê êrîşê de, bi hezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin, jin û zarok jî di nav de, bi hezaran kes hatin revandin û bi sedhezaran Kurdên Êzdî yên Şengal û gundên derdora wê, ji cih û warên xwe bûne. Her weha bi dehan gund hatin şewitandin, mal û mulkên Êzdîyan hatin talankirin.

Li hemberî vê kiryara hovane ya dijmirovahî, Saziya Alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê, li navenda Almanya û bi hevkariya Saziya Die Sonne Mesopotamiens “Roja Mezopotamya’’, saziyên li Fransa, Siwêd, Danîmark, Norwêc, Siwîsre, Hollanda, Awusturya û Belçîka kampanya alîkariya lezgîn da destpêkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyayê de, bi buhayê 150 hezar Euro û weke gava pêşî, pêdiviyên jiyanî ji bo welatiyên Şengalê yên li Kampa Newroz a Rojavayê Kurdistanê re şandin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku wan di dema kampanyayê de, bi rêveberiya Kampa Newroz re ketine nava pêwendiyan û derbarê rewşa penaberên Şengalê û pêdiviyên wan de hatine agahdarkirin.

Li gorî vê yekê, pêwîstiyên lezgîn hatin destnîşankirin û di nava demeke kurt de, di encama hestyariya Kurdên Êzdî û bi giştî ya Kurdistaniyên li Ewrûpayê de, daxwazên penaberên Kampa Newroz hatin peydakirin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku wan weke destpêkê, 250 ton ku ji şekir, birinc, çay, termûsên avê, cil û bergên jin û mêran, her weha pedên jinan şandin Rojavayê Kurdistanê.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku alîkariyên wan wê li Kampa Newroz bi rêya saziya Heyva Sor a Kurd welatiyên Şengalê werin belavkirin.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de wiha hat gotin:

“Em weke saziya alîkariya mirovahî, xwedîderketina li penaberên Şengalê wek erka xwe ya mirovahî û exlaqî dibînin. Di vê pêvajoya nazik de, çawa ku me ji bo Wan, Koban û gelek deverên yên Kurdistanê alîkarî şand, em ê hemû hêz û derfetên xwe ji bo bicihanîna daxwazên gelê Şengal yê mexdûr bikar bînin. “

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de, alîkariyê ji bo kampên penaberên Kurdên Êzdî yên li Bakurê Kurdistanê re jî bişîne û di serî de Almanya, malavahiya tevahiya Kurdistanî û saziyên alîkariyê yên li Ewrûpa û Skandînavyayê kir û xwest ev helwesta hestiyar berdewam bike.

(he)
ÇAVKANÎ: HAWARNEWS

Heyva sor a li Şêxmeqsûd 800 pakêtên şîr belav kir

Jun 05 2014

HELEB- Heyva sor a kurd bi hevkariya komeleya Beşaêr EL-Şem li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 800 pakêtên şîr taxê belav kirin.

Di çarçoveya alîkariyên Heyva sor a kurd ji bo welatiyên taxa Şêxmeqsûd îro 800 pakêtên şîrê zarokan li 400 malbatên taxa Şêxmeqsûd ên ku zarokên wan di temenên yek salî de ne belav kir. Her wiha belavkirina qutîkên şîr di çarçoveya hemleya “Zarokên we zarokên me ne.” ji hemû zarokan re hate peydakirin.

Her wiha endamên komîteya alîkariyê ya girêdayî Heyva sor a kurd ji bo peydakirina alîkariyan, li ser malên taxê geriyan û malbatên ku rewşa wan xizan û perîşan in, qeyd kirin.

Hawarnews

Heyva Sor alîkarî li malbatên şehîdan belav kirin

May 30 2014

TILTEMIR – Alîkariyên ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û xelkên bajarê Silêmaniyê ji bo gelê Rojava hatibûn şandin, ji aliyê şaxa Heyva Sor a Kurd a bajarê Tiltemir li malbatên şehîdan hatin belvkirin.

Şaxa Heyva Sor a Kurd a bajarê Tiltemirê, alîkariyên mirovî ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd a Elmanyayê û Kurdistaniyên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Rojava hatibûn şandin, li malbatên şehîdan ên Tiltemirê belav kirin.

Têkildarî mijarê Berpirsê Şaxa Heyva Sor a Kurd a bajarê Tiltemir da zanîn ku alîkarî ji aliyê şaxa Heyva Sor a Kurdistanê ya bajarê Elmanya Hamborg û xelkên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê gihane destê wan, li malbatên şehîdan belav kirine û bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên alîkariyên mirovî kir ku alîkariyê ji gelê Rojava re bişînin.

Derbarê mijarê de Endamê Saziya Malbatên şehîdan Mihemed Tahir Yûnis spasiya xwe anî ziman û bang li sazî û dezgehên mirovî kir ku gelê Rojava di çemberê de ye û pêdiviya wî bi alîkariyan heye û xwest ku alîkariyan bişînin

(ie/he) Hawarnews

Rojavayê Kurdistan: Ji Heyva Sor a Kurd bangek

Nov 23 2013

Bi mebesta naskirina xebatên wan bo alîkariyên mirovî, li bajarê Qamişlo PUKmedia serdana navenda serekî a Heyva Sor a Kurd kir.
Berpirseka rêxistina (HSK) Meha Omo ragihand ku rêxistina wan di 12/12/2012`an li bajarê Amedê bi destpêşxeriya 7 kesan hate damezrandin û konferansda xwe di 12/4/2013`an lidar xist û di demek kin de endamên wan nivîsgehên xwe li hemû bajarên Kurdî vekirin taku gihîştin bajarê Şamê û Helebê û Minbicê.
Omo ji PUKmedia`yê re diyar kir ku rêxistina Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê saziyeke mirovî a serbixwe ye û di ware xizmetguzariyên tendirustî û mirovî karê xwe dike her weha derman û şîrê zarokan jî li navçeyên hejar belav dikin.
Li ser navenda rêxistinê a li Qamişloyê jî Meha Omo got: navenda wan ji 10 endam û 20 xwebexşan ku her roj di nava kar dene pêk tên, nêzîkî 2500 lêveger serî li wan didin her weha navend dermanan li ser nexweşxaneyên giştî û yên taybet bi bê beramber belav dikin.
Omo aşkira kir ku piraniya alîkariyên ku dighêjin dazgeha wan bi riya Heyva Sor a Kurtdistanê ku navenda wê li Almaniyayê ye her weha alîkariyên rêxistinên navdewletî wek pizîşkên bê sînor û Mîdîkal enternaşyonal û odeya pizîşkên Almaniya û çend rêxistinên mirovî yên Birîtanî û hin kesan ji Bakûrê Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve jî berdevkê HSK Dilgeş Îsa jî ji PUKmedia`yê re ragihand ku, Hin pirsgirkên dabînkirina hin dermanan heya niha hene bo nexweşiyên giran weku (Sîrumên şûştina gorçikan û dermanên nexweşiya şekir û tansyon û nexweşiyên dil) her weha dermanên zarokan.
Îsa diyar kir ku pirandiya dermanan ji sînorê Bakûrê Kurdistanê re dighêje wan lê belê car caran desthilatên Tirkiyê destdatînin ser derman û pêdiviyên tendirustiyê, her weha çend ambulans jî desteser kirine ku ji aliyê rêxistinên mirovî ji Heyva Sor a Kurd re şandibûn.
Îsa di dawiya axaftina xwede bang li rêxistina Xaça Sor ya navdewletî jî kir ku fişarê bixwe ser desthilatên Tirkiyê bo hêsankirina ketina alîkariyên mirovî bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê.

PUKmedia/Îbrahîm Xelîl – Qamişlo

Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê a lezgîn

Jan 05 2013

JI BO ROJAVA KAMPANYAYA ALÎKARÎYÊ A LEZGÎN JI ALÎ KOMELÊN Û SAZÎYÊN ALÎKARÎYÊ YÊN KURDISTANÎ YÊN EWRÛPAYÊ

Me, Sazîyên û Komelên Kurdistanî yên Ewrûpayê, ji 300 000 € û 100 kg zêdetir dermanên ku me kampanyaya berê de komkiribû, gelê me re hatibû şandin.

Lêbelê gelê me yî Rojava, ji ber girtina dêrîyên sînor û ji ber rewşên giran yên zivistanê de nav rojên dijwar de dijî. Ji bo van yekan gelê me yî Rojava re bilezgînî zedetir alîkarî hewce dike. Heyva Sor a Kurdistanê heyetek şandîye Rojava û pêdivîyên gelê me tespîtkir ye. Ji van pêdivîyan de bilezgînî pere, derman û malzemên nexweşxana derdikeve peş. Ji ber vê yekê kampanyaya me bigiranî ser van pêdivîyan te meşandin.

Ev kampanyaya me ye ku careke din hatiye destpêkirin weke berê tev Sazî, Komel û Weqfên alîkarîyê yên Kurdistanî yên Ewrûpayê ve ji bingeha projeyên hevpar te meşandin. Ev Komel û Weqf evna ne; Fransa Crossant Rouge Kurde, Hollanda Koerdiesche Rode Halve Maan, Swîsre Heyva Sor a Kurdistanê, Swêd Kurdiska Röde Halvmanen, Avusturya Roja Sor a Kurdistanê, Belçika Koerdiche Rode Halve Maan, Îngîlîztan Kurdish Red Moon, Denîmark Stöttenforeningen Mesopotamians Sol´ .

Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo alîkarîyên we dema xwe de bigehşin cîhê xwe amadeyîya xwe kirye û benda alîkarîya we ye.

Komel û Sazîyên alîkarîyê yên Ewrûpayê yên jorê de navê wan hatiyê nivîsandin, tev saziyên ku Rojava de nû hatine avakirin Heyva Sor a Kurd û Konseya Alîkariya Însanî ve xebat dikin. Alîkarîya ku em dişinîn bi destê van sazîyên me va te belavkirin.

Em hemû gelê me û alîkarîxwaza re bang dikin ji bo tevlibûna vê kampanyaya însanî bibin. Ji naha ve ji bo alîkarîyên we bi navê Komel û Weqfên alîkarîyê yên Ewrûpayê em we re spas dikin.

Ji bo Rojava banga lezgîn a alîkariyê!

Dec 31 2012

(Li gorî biryara ADD qedexeye ku saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz alîkariyê kom bike)

Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber girtîna sînor û zivistanê rojên dijî, saziyên Kurd ên li Ewropayê bi aweyekî lezgîn banga alîkariyê kirin. Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettin Gûlşen vê bangê kir: “Roj roja destekkirina Rojavayê ye”. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç jî wiha axivî: “Destekkirina gelê Rojava deynê hemû Kurdan e.”

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji aliyekî vê ji ber girtina deriyê sînor, ji aliyê dî ve jî ji ber şert û mercên dijwar ên zivîstanê, bêzar e. Pedîviya gel bi aweyekî lezgîn bi alavên tendûristiyê, zad û sitûmeniyê heye. Heftêya borî ji bo alîkariyên tê kirin baş were organîze kirin li Rojavayê Kurdistanê Konseya Alîkariya Însanî û Heyva Sor a Kurd hate avakirin.

Her dû saziyên alîkariyê wê li Ewropayê jî bi Heyva Sor a Kurdistanê re bixebitin. Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettin Gûlşen diyar ku ewê destekekî mezin bidin van saziyan û wiha axivî:

“Jixwe ev demek e em ji bo Rojavayê alîkariyê kom dikin. Kampanyaya ku me dayî dest pê kirin hê jî didome. Kampanyaya me di serî de li Almanya, Fransa, Swêdê, Swîsre, Awisturya, Belkçîka, Danîmarka, Hollanda û Britanyayê dimeşe û heya niha ji gelê Rojava re me nêzî 300 hezar Euro pere û 100 kilo derman rêkir.

Vê alîkariyê me bi agahiya Almanyayê ku navenda me li vî welatî ye, şand ji gelê Rojavayê. Herwiha di rojên pêş de jî emê hin alîkariyên dî bişînin. Di cejna qûrbanê de jî me 40 hezar Euro alîkarî kom kir û me şand. Bi vî pereyî qûrban hatin kirin û li gel hate belavkirin. Lê belê ji bilî derman û pereyan pediviya Rojavayê bi personelên pispor heye. Wekî mînak divê hevalên me yên bijîşk, hemşîre, yan jî endezyar herin wir û çend heftê be jî azmûnên xwe ji gel re vebêjin. Niha hin heval dixwazin herin, lê pirsgirêka wîzeyê heye.”

Dr. Gûlşen diyar kir ji Rojava lîsteya pêdiviyên lezgîn gihiştiye destê wan û van agahiyan da: “Divê awayekî lezgîn dermanên antîbiyotîk, êşbir, anestezî bigihêje Rojava. Herwiha pêdivî bi ambûlansan jî heye, ji ber ku tîmên tendûristvan nikarin bihêsanî xwe bigîhinin gnd û navçeyên dûr. Roj roja destekkirina Rojavayê ye.”

‘DESTEKA JI BO ROJAVA DEYNÊ ME YE’

Serokê Federasyona Komelayên Kurd ên li Ewropayê (YEK-KOM) Yûksel Koç jî diyar kir ku destekekî mezin didin kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê û vê bangê li Kurdên Ewropayê kir:

“Gelê Rojavayê Kurdistanê hem bi rêxistina xwe ya bêhempa û hem jî bi berxwedana xwe ya dîrokî mînakekî mezin e. Ji bo vê jî divê her Kurdek alîkariya Rojavayê bike û ev yek deynê me. Ji ber ku di dîroka Kurdistanê de Rojava, ji parçeyên dî yên Kurdistanê re alîkariyên mezin kir û Rojava ji bo statûya tevahiya Kurdan mînakek e.

Ji ber van sedeman hin derdor dixwazin bi ambargo û dorpêçkirinê gelê Rojava bifetisînin. Ne tenê Kurdên li Ewropayê dijîn, her Kurdek divê maddî û manewî destekê bide Rojavayê Kurdistanê. Divê em gelê xwe yê li wir tenê nehêlin.”

Çavkanî:PERWER YAŞ, ANF

Please reload

Call Now: +49 (0) 2241 975 25 83
+49 (0) 2241 975 25 85
Fax: +49 (0) 2241 975 25 84

© 2015 by SB. Proudly created with love for Heyva Sor a Kurdistane.

Almanya / Germany / Deutschland / Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
  • Facebook Clean
  • Google+ Clean
  • Twitter Clean
  • YouTube Clean
Address / Navnîsan: Wilhelmstr. 7 53840 Troisdorf
Account/Hesap/Konto: Kreissparkasse Köln
50667 Neumarkt: 18-24 / Deutschland
Konto No: 40 10 481
BLZ: 370 502 99
IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
DONATION

Your details were sent successfully!

bottom of page