top of page
Heyva Sor a Kurdistanê; di sala 1993’an da, li Almanya li bajarê Bochum’ê hatiya damezrandin.Ji wê rojê heta nuha, li tevaya Almanya’yê, bi tenê yek saziya alikariyê ya Kurdistanê ye ku, bi 120 xebatkaran xebat meşendiye, sal bi sal mezintir bûye, ji bo însanên me yên hewcedar bûye hêvîdar, di bin her şerd û mercan da, ji bo alîkariyê bike hewldaye û bi rêya kovara xwe Roja Kurdistanê, hemû xebatên xwe pêşkêşî gelê me û welatparêza dike.
 
 
Pîvana me:
Heyva Sor a Kurdistanê, bi tevayî, xebat kirina li ser bingeha bi heşyarî û zelalî, ji xwe re prensip dîbîne. Bi berpirsiyariyek xurt tevdigere, ji bo ku alikariya hatiye berhev kirin bigihêne cihê hewcedar. Ji bo pirsgrêkên însanên me yên mexdûr were çareser kirin, ev pîvana ku her aliyê civakê beşdarî vê xizmetê bike pir giring e.
 
 
Armanca Me:
Armanca avabûna Heyva Sor a Kurdistanê, di despêkê de gelê Kurd û duv re li hemû cîhanê, li goreyê hewcedariyê, bi rêz;
 
1-Herêmên lê şer heye û yên di bin bandore şer de ye
2-Li herêmên afatê,
3-Li welat û herêmên hejarî lê heye, xebatên xwe, di çarçova prensip û hêjayên gerdûnî de dide meşandin.
 
Prensibên Me Yên Xebatê:
 
1-Bibe pir, di nava hewcedarên alîkariyê û xêrxwazên alîkariyê de.
2-Bê cudakarî alîkariyê bike.
3-Ji bo em bigihên armancên xwe, divê em xwedî têgîna jêhatî bûyîna bi hevalbendî bin.
4-Karê ku kete ser milê me, em hildin û pêşengtiyê jê re bikin.
5-Di têkiliyên xwe de, em hewl bidin ku nebin asteng, bibin destek.
6-Em, heta dawiyê şopdarên alîkariyê ku em dikin bin.
7-Em, di karê xwe de, hevgirtina bi dil, ji xwe re dikin bingeh.
8-Em, ji bo pîvanên xwe ne bi hêviya tiştekî ne.
9-Em, xwedî pîvanên wisa bingehîn in ku, em hemû xebata xwe li ser projeyan di meşîn in.

Derbarê me de

Call Now: +49 (0) 2241 975 25 83
+49 (0) 2241 975 25 85
Fax: +49 (0) 2241 975 25 84

© 2015 by SB. Proudly created with love for Heyva Sor a Kurdistane.

Almanya / Germany / Deutschland / Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
  • Facebook Clean
  • Google+ Clean
  • Twitter Clean
  • YouTube Clean
Address / Navnîsan: Wilhelmstr. 7 53840 Troisdorf
Account/Hesap/Konto: Kreissparkasse Köln
50667 Neumarkt: 18-24 / Deutschland
Konto No: 40 10 481
BLZ: 370 502 99
IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
DONATION

Your details were sent successfully!

bottom of page