
Komkirina alikarî li herêma Bundesland Rheinland Pfalzê
Em dixwazin aşkere bikin ku em li herêma Bundesland Rheinland Pfalz xebat nakin û alîkarî jî kom nakin. Ji ber ku qerara dadgehê heye, me li Bundesland Rheinland Pfalz qebatên xwe dane sekandin. Heta qerera nû ya dadgehê emê li vê herêmê kar nekin.
Hûn dikarin nîvîsa bi zimanê almanî bixwînin…
ADD Rheinland-Pfalz hat gegen unseren Verein “Heyva Sor a Kurdistanê e.V.” ein Sammlungsverbot in Rheinland-Pfalz angeordnet.
Hiermit teilen wir mit, dass unsere Hilfsaktionen nicht das Land Rheinland-Pfalz umfassen. Unser Verein “Heyva Sor a Kurdistanê e.V.” hat gegen diese Verfügung Wiederspruch eingelegt. Solange uns keine andere Entscheidung vorliegt, werden wir unserer Verpflichtung nachgehen.
Banga Lezgînî Ji Bo Alîkarîyê
Hemû gelê Kurdistanî û hemû alîkarîxwazên hêja:
Em, gelê xwe yê Rojava yên di bin dorpêçiyê da ne bi tenê nehêlin. Gelê me yî Rojava, ji ber girtina dêrîyên sînor û ji ber rewşên giran yên zivistanê, di nav rojên dijwar de dijî. Ji bo van sedeman, gelê me yî Rojava, bi lezgînî hewedarî alîkariyê ye. Hûn alîkariyên xwe, dikarin bilez, li ser Heyva Sor a Kurdistanê, ji gelê me re bişînin.
Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo ku alîkarîyên we di dema xwe de bi gehêne cîhê xwe, amadeyiya xwe kiriye û li benda alîkariya we ye. Heya îro, alîkarîyên pereyî û dermanên ku ji gelek welatên Ewrûpayê hatibûn komkirin û ji me re hatibûn şandin, me gihandîye cîhê xwe.
Gelê me yê alîkarîwxaz!
Jibîr nekin ku, bextewarîya herî mezin, şa kirina kesên ku hewceyî alîkariyê ne.
Werin em dest bidin hev û vê bextewariyê bi hev ra bijîn!
Roj, roja vala derxistina amborgoya li ser gelê me yî Rojavayê ye!
Roj roja piştgirtinê ye
(Li gorî biryara ADD qedexeye ku saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz alîkariyê kom bike)


